Iraq 2 deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re vedike
Serokê îdareya Deriyên Sînor a Iraqê ragihand ku deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re yên El Welîd û Rabîa wê bêne vekirin.
Serokê îdareya Deriyên Sînor a Iraqê ragihand ku deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re yên El Welîd û Rabîa wê bêne vekirin.
Serokê Îdareya Deriyên Sînor a Iraqê Omer Welîdî li ser vekirina deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re ji medya Iraqê re axivî.
Omer Welîdî anî ziman ku Serokwezîrê heyî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo zêdekirina bazirganiyê û bikaranîna deriyên sînor ferman da ku deriyên sînor El Welîd û Rabîa yên bi Sûriyeyê re di dema herî kurt de bêne vekirin.
Omer Welîdî diyar kir ku wê di rojên pêş de deriyên sînor bêne vekirin û anî ziman ku ev rewş wê bandoreke erênî li ser hatineya Iraqê bike, wê bazirganiya li ser Iraqê zêde bike.